Bi piştgiriya zanistê nêzîkatiya me ya perwerdehiyê
Xwendin, li ser bingeha lêkolînên herî nûjen yên ku di ware nîrozanist, derûnnasî û pedegojiyê de bi rêbazên isbatkirî hatiye ava kirin. Li pişt her hîndarîyeke me bingehek zanistî ya bihêz heye.
47+
Gotarên zanistî yên ku çavkanî hatiye nîşandan.
6
Beşên lêkolînê yên bingehîn.
150+
Agahiyên zanistî yên salane.
4
Ji bo 4 komên temenî perwerdehiya taybet
Beşên Bingehîn yên Lêkolînê
Şeş disîplînên zanistî yên bingehîn ên ku platforma me şêwandî û ka ev çawa hîndariyên me de xuya dikin.
Tevgerên çavan û Pêvajoyên Xwendinê
Di dema xwendinê de çavên me li ser rêzikê bi avayekî rast naşemite. Li şûna vê, lerzinên bi lez ên ku jê re “Sakkad” tê gotin û rawestanên kurt ku jê re jî “Fîksasyon“ tê gotin dike. Di bingehat xwendina bi lez de kurtkirina demên fîksasyonê û berfireh kirina dûrahiya “Sakkadê” heye.
Lêkolînên Referans
Rayner, K. (1998). Eye movements in reading and information processing.
Schotter, E. R., et al. (2012). Parafoveal processing in reading.
Nîroplastîsîte û Mêjî
Nîroplastîsîte behremendiya mêjî ye ku dikare bersiva serpêhatiyên nû û fêrbûnê, guhertinên pêkhatî û bikêrhatî nîşan bide. Egzersîsên hişî yên rêk û pêk, peywendiyen sînaptîk xurt dike û rêyên nû yên newral ava dikin.
Lêkolînên Referans
Doidge, N. (2007). The Brain That Changes Itself.
Draganski, B., et al. (2004). Neuroplasticity: Changes in grey matter induced by training.
Koga xebatê û barê zanînî
Koga xebatê, dihêle ku em agahiyan demeke kurt biigirîn û bikarbînîn. Lêkolînên G. Miller (1956) nişan dan ku koga xebatê di heman demê de dikare nivhend 7±2 yekîneyên agahiyan bigire.
Lêkolînên Referans
Miller, G. A. (1956). The magical number seven, plus or minus two.
Baddeley, A. (2000). The episodic buffer: a new component of working memory?
Mekanîzmayên Hişyariyê û Nîvendê
Baldarî, pêkhatiyeke herî bingehîn a pêvajoyên zanînîyê ye. Em li ser balkêşiya bijartî, balkêşiya dabeşkirî û balkêşiya domdar dixebitin. Testên me yê wekî CPT şarezayiyan dipîvin û pêş dixin.
Lêkolînên Referans
Posner, M. I. & Petersen, S. E. (1990). The attention system of the human brain.
Riccio, C. A., et al. (2002). The continuous performance test.
Metazanîn û Serhişmendî
Serhişmendî hay jê bûna mirov ji pêvajoyên hizirkirina xwe û daxwaza birêvebirina wan e. Platforma me, şopandina pêwajoyên hînbûna xwe û nirxandina xwe dide bikarhêneran.
Lêkolînên Referans
Flavell, J. H. (1979). Metacognition and cognitive monitoring.
Dunlosky, J., & Metcalfe, J. (2009). Metacognition.
Dubarekirina binavber û xurtkirina bîrê
Xebata Ebbinghaus a dengvedayî, nîşan da ku çawa agahî di nav demê de tê jibîrkirin. Rêbaza dubarekirina binavber, agahiya di nav xalên krîtîk ên çemaweya jibîrkirinê de dubare dike û veguhaztina wan ya koga demdirêj xurtir dike.
Lêkolînên Referans
Ebbinghaus, H. (1885). Über das Gedächtnis.
Cepeda, N. J., et al. (2006). Distributed practice in verbal recall tasks.
Rêbaza me
Hêmanên bingehîn ên rêbaza perwerdehiya me ya ku dîtinên zanistî veduguherîne pratîkê
Sazîkirina zehmetiyê ya bijareker
Li gorî teoriya pêgeha pêşveçûna nêzîk (ZPD) a Vygotsky, em asta bikarhênerên heyî analîz dikin û zehmetiyê hîdarîyan otomatîk sererast dikin.
Şopandina pêşveçûnê ya danegehê
Encama her hîndariyekê bi metrîkên wekî rêjeya rastî, dema reaksiyonê û pêvajoya pêşveçûnê tê tomar kirin.
Hînbûna Pir Hîsî
Em şarezebûna hînbûnê bikaranîna hîndariyan ligel rêbazên wekî bihîstyarî, dîtbarî û kînestetîkê dewlemend dikin.
Pêşxistina Şarezabûnê ya Qonax bi Qonax
Li gorî taksonomiya Bloom, em rêyeke pêşvebirina şarezabûnê ya qonax bi qonax ku ji bi nasîna hêsan dest pê dike û heta sentez û nirxandina tevlihev diçe dişopînîn.
Pêvajoya Pêşxistina Zanistê
Her hîndarî, piştî pêvajoyeke zanistî ya hûrgilî platformê tê zêdekirin.
Lêkolîna Çevkaniyan
Weşanên akademîk û meta-analîzên herî nû tên lêkolîn kirin.
Dîzayna hîndariyan
Prototîpên hîndariyê yên li gorî armancên zanînî tên afirandin.
Adaptasyona Koma Temenî
Ji bo her astê (Zarok, Berciwanî, Pro û Pro+) naverok û zehmetî tê nîşandan.
Sepandina Pîlot
Bi bikarhêrên rast re tê ceribandin û bandêrî û bikaranîn tê pîvandin.
Baştirkirina Mayînde
Bi dane û bersivdaneweyên bikarhêneran hîndarî her tim tên optîmîze kirin.
Hêza Zanistê Biceribîne
Hîndariyên me ku bi rêbazên îsbatkirî hatine avakirin biceribîne. Potansiyela mêjiyê xwe kêşf bike.
Têkeve